LI AGIRÎ ŞER DIJWAR E
DI ENCAMA ŞER DE GELEK ESKER Û CERDEVAN HATINE KUŞTIN
Tevgera dagirkeriyê ya bi navê “Çiyayê Agirî Eren-3” a di 23’yê Çileyê de li Çiyayê Agiriyê dest pê kir.
Dewleta dagirker bi sedan esker, tîmên taybet û cerdevanên xwe kişandine Çiyayê Agirî.
Ji ber ku eskerên dagirker newêrin bi ser gerîla ve biçin, qad bi balafiran ve tê bombebarankirin.
Li qada navborî dem bi dem şer jî diqewime.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin;
Di 26’ê çileyê de di navbera gerîla û eskerên dagirker de şerekî dijwar rû daye.
Di encama vî şerî de gelek esker û cerdevan hatine kuştin û qederek jî birîndar bûne.
Kêliyên ku eskerên birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yaşar Eryilmaz a Bazîdê dihatin rakirin, ket ber qeydê kameraya telefona welatiyekî
Li gorî agahiyên heman çavkaniyan şerê li herêmê dewam dike.