Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kongra Gel: Li dijî zextên rejîma Îranê têkoşîna azadiyê bilind bikin 28.01.2021

 

ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
KONGRA-GEL: LI DIJÎ ZEXTÊN REJÎMÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BILIND BIKIN

KONGRA-GEL zextên demên dawî yên dewleta Îranê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zext û pêla binçavkirinê ya demên dawîn.

KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan;

Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li ser gelê Kurd, operasyonan dimeşîne û zindanî dike.

Em vê siyaseta rejîma Îranê bi tundî şermezar dikin. Rejîma Îranê, daxwazên gelê Kurd bi zextê, bi zindan, bi tirsandin, bi kuştinê nikare bêdeng bike.

Berxwedana gelê Kurd nikare têk bibe. Agirê azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê nikare bitemrîne.

KONGRA-GEL bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn siyaseta dijî gelê Kurd ji welatekî re xêr û bereket neaniye û wiha dewam kir:

Em ji rejîma Îranê re bang dikin ku dev ji vê siyasetê berde, girtiyên siyasî azad bike.

Li ser esasê diyalogê, bi gelê Kurdistanê re li ser bingeha netewa demokratîk çareseriyê pêk bîne.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Îranê jî tek rê ev e.

KONGRA-GEL daxuyanuya xwe bi banga li gelên rojhilatê Kurdistanê bi vî awayî bi dawî kir:

Em ji gelên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî jî yên pêşengên gel jin û ciwanên re bang dikin.

Heta ku li ser bingeha neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratik çareserî pêk neyê, pêwîst e bê navber têkoşîna azadiyê bê bilind kirin. Serketin a gelê me ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv