Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li zîndanên dewleta tirk çalakiya girtiyan 63 roj li pey xwe hişt 28.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK ÇALAKIYA GIRTIYAN 63 ROJ LI PEY XWE HIŞT

Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, girtiyên azadiyê di nava zext û faşîzmeke giran de li ber xwe didin.

Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ev 63 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ne.

Koma 13’an çalakiyê bi rê ve dibe.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“DIVÊ TAVILÊ DAXWAZÊN GIRTIYAN WERIN BICIHANÎN”

Ne tenê li zindanan li derve jî Kurdistanî ji bo azadiya rêberê xwe di nava tevgerê de ne..

Berxwedana li wargeha pênaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî di roja 42’an de ye.

Endamên meclîsa jinan a Îştarê ji çalakiya Mexmûrê re pêşengiyê dikin..

Bi heman armancê Kurdistaniyên li kampa Lavrîo ya Yunanistanê jî ev 25 rojin bi dorvegerî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Ji bo azadiya rêber Apo çalakiyek jî li bajarê Swîsre Cenevê pêk tê.

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî wê ji 1’ê Sibatê û şûn de were mezinkirin.

Ji bo xwedîderketina li berxwedana girtiyên azadiyê li Bakurê Kurdistanê ji bang hebûn.

Rêxistina HDP’a Dersimê bi daxuyaniyekê balkişand ser çalakiya girtiyan

Di daxuyaniyê de zext û faşîzma li zîndanan hat bibîrxistin û banga bi cih anîna daxwazên girtiyan hate kirin.

Hevseroka HDP’a Şemzînanê Sozdal Atîlla jî balkişand ser berxwedana jinan a ji bo şikandina tecrîdê.

Sozdal Atîlla bang li hemû muxalîf û kesên xwedî wijdan dike ku bi yek dengî li dijî kirinên faşîzan rawestin.

Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner jî tecrîdê wek sûcê mirovahiyê bi nav dike û dibêje:

Tu gef û êriş wê nekaribe me bêdeng bikin, heta em tecrîdê têk bibin em ê li qadan bin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv