LI QAMIŞLO KILÎNÎKÊN GEL HATIN VEKIRIN
DI KILÎNÎKAN DE 60 BIJÎŞKÊN PISPOR WÊ XIZMETÊ BIDIN GEL
Ji ber pêdiviya tenduristî yekitiyên girêdayî saziyên civaka sivîl Kilînîkên Gel vedikin.
Yekem Kilînîka Gel îro bi merasimekê li bajarê Qamişlo hat vekirin.
Amadekariyên vekirina kilînîkan 6 mehan dom kirin.
Di kilînîkan de 60 bijîşkên pispor ên tevahî beşan wê xizmet bidin
Hevalên me Hêvîn Ehmed û Gulan Heyder merasima vekirina Kilînaka gel ya bajarê Qamişlo şopandin û raporek amade kirine.
NÛÇEGHIAN: HÊVÎN EHMED
KAMERA: GULAN HEYDER