RÊVEBIRÊ RADYOYA ERÎVANÊ KEREMÊ SEYAD WEFAT KIR
SEYAD 60 SALAN BÊ RAWESTAN JI ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ RE XIZMET KIR
Pêşkêşvanê efsanewê yê Radyoya Erîvanê.
Hezkiriyê zimanê kurdî, rewşenbîr û nivîskarê kurd Keremê Seyyad koça dawî kir.
Keremê Seyad, di sala 1938’an de li Gundê Hakko yê Nehiya Talîn a Ermenîstanê ji dayik bûbû.
Malbata dawî di dema şerê yekem yê cihanê de ji Bakurê Kurdîstanê ji Qersê koçî Ermenistanê kirine.
Wî perwerdehiya xwe ji destpêkê heta zanîngehê, li Erivanê kir.
Di sala 1960’an de li Radyoya Erîvanê dest bi xebatên çapemeniyê kir.
Ji pêşkêşvaniyê heta wezîfeya rêvebiriya Radyoya Erîvanê, bi qasî 60 salan bê rawestan xizmeta çand û zimanê Kurdî kir.
Bi dehan berhem nivîsîn.
Keremê Seyad doh li Erîvanê di 82 saliya xwe de wefat kir.
Ewê di 30’ê Adarê roja sêşemê li Gundê Hakko bê definkirin.