ESKERÊN TIRK 10 KOLBER BINÇAVKIRIN
JI KOLBERÊN HATINE BINÇAVKIRIN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê 10 kolberên kurd ji aliyê eskerên dewleta tirk ve hatine binçavkirin, lê aqûbeta wan nayê zanîn.
Li gorî nûçeyê Ajansa Mezopotamyayê, bûyer li ser sînorê ku dikeve di navbera gundê Koran a girêdayî Bajarê Ûrmiyê û Goma Derav a girêdayî gundê Xaşkan a navçeya Elbakê ya Wanê qewimiye.
Malbatên kolberên Rojhilatî diyar kirin ev bi rojane ew agahî ji zarokên xwe nagirin û derbarê jiyana wan de, bi fikarin.