LI MECLISA TIRKIYÊ REWŞA JINAN
LI MECLISÊ DI 22 CIVÎNÊN KOMA PARTIYAN DE NAVÊ JINÊ JÎ DERBAS NEBÛYE
Rapora 9’an a Şopandina Meclisê çavdêriyên civînên navbera 16’ê gulanê û 15’ê hezîranê ne.
Di raporê de tê gotin ku li meclisê ne bi tenê Peyaman Stenbolê her wiha şîdeta li dijî jinan, qirrkirin, binpêkirina mafên jinan jî nebûne mijar.
Platform eşkere dike ku AKP’ê 3 caran bi tenê behsa jinan kiriye ew jî ji bo biçûkxistina wan bû.
Serenavên ku di raporê de derketin pêş jî ev bûn;
Di 22 civînên koma partiyan de der barê jinan de gotinek jî nehat kirin.
Ji 68 pêşniyazqanûnî tenê 3, ji 124 pêşniyazên lêkolînê tenê 5, û Hezar û 567 pêşniyazpirsan jî tenê 50 heb der barê pirsgirêka jinan de bûn
Ji154 daxuyaniyên çapemeniyê yên hatine dayîn jî tenê 7 ji wan bal kişand ser şîdeta li ser jinan û Peymana Stenbolê.