Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

O. Farûk Gergerlioglu: ‘Em bi alîkariya wijdana gel û bi berxwedanê bi serketin’

 

WEKÎLÊ HDP’Ê OMER FARÛK GERGERLIOGLU HAT BERDAN
GERGERLÎOGLU: ‘EM HÊZA XWE JI MAFDARIYA XWE DIGIRIN’

Parlementerê HDPê Ömer Faruk Gergerlioğlu piştî ku ji zindana Sincanê hat berdan, li avahiya HDPê ji aliyê rêvebir û parlemnetrên partiya xwe ve hat pêşwazî kirin.

Gergerlioğlu pêşî bi civîneke çapemeniyê hestên xwe bi rojnamevan û hevalên xwe re par ve kirin.

Gotina wî ya pêşî “em li kûderê mabûn” tebessumek xist ruyê herkesî û paşê wiha axivî:

“Me birartiya gelan xwest. Ez bi van fikrên xwe ji meclisê derketim û disa bi heman fikrên xwe diçim meclisê. Em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Em bi alikariya wicdana gel û bi berxwedanê bi serketin.”

O. FARÛK GERGERLIOGLU HAT BERDAN
‘EM BI ALÎKARIYA WÎCDANA GEL Û BI BERXWEANÊ BI SERKETIN’

Gergerlioglu da xuya kirin gel van pêkanînên îro heq nake û got lê belê ti kes nikare bi me şûnve gav bide avêtin.

Parlemneterê HDPê Gergerlioglu desnîşan kir ku ew b neheqî 3 mehan li zindanê hatiye ragirtin û got: ev zilm e.

Gergerlioglu li ser tehdeyên dema binçavbûnê de jî ev agahî dan:

Nehiştin pêlavên xwe jî bixim pê, di wesayita polisan de heqaret û kufur li min kirin. Dema min ji wan re got ezê giliyê we bikim, ev şiyariya min weke tehdît qebûl kirin.

Gergerlioglu îdîa kir ku berdana wî îşareta berdana hevalên wî ye jî û got ez hêvî dikim dozên girtina HDPê jî bê encam bimînin.

Parlemneterê HDPê Gergerlioglu axaftina xwe bi kurmancî “Berxwedan jiyan e” bi dawî kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv