ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDAN
ÎLHAM EHMED: DIVÊ TI KURDEK DESTÛRA ÊRIŞAN NEDE
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Îlham Ehmed li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û herêmê ji ANF’ê re axivî.
Li ser armanca dewleta Tirk a ji êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê Îlham Ehmed wiha got:
Bi êrişan dixwaze xwe bigihîne heta Mûsil û Kerkûkê.
Heke PKK nebûya jî wê dewleta tirk hin hincetên din ji bo êrişên xwe û dagirkeriya xwe peyda bikirana.
Ji bo dewleta tirk kurd hemû xeta sor in û dixwaze timî êrişî wan bike.
Ji bo dagirkeriya xwe berfirehtir bike, gerîla li ber xwe weke astengekê dibîne.
Ji ber vê yekê êrişa herî mezin jî dibe ser gerîla.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê destnîşan kir, ku dewleta Tirk ji bo van pîlanên xwe bibe serî, ji bo her Kurd û partiyên wan siyaseteke cûda dike:
Bi vî rengî dixwaze şerekî di nava kurdan de derxe.
Li ser deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûr de krîz derxist.
Di warê alîkariya mirovî de astengiyan derdixe.
Li Bakur êrişî HDP’ê û gelê kurd dike.
Gefan li partiyên Başûr dixwe.
Li dijî Rojava li rêya êrişên nû digere.
Dewleta tirk a bi desthilatdariya Erdogan, hebûna xwe li ser tasfiyekirina kurdan dibîne.
Ji ber vê yekê bi awayekî hovane êrişî dîrok û erdnîgariya kurdan dike.
Divê ti kurdek destûra êrişên dagirkeriya tirk nede.