Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê: Polîs li qetilkirina Denîz Poyraz temaşe kir

 

ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’A ÎZMÎRÊ
POLÎS LI QETILKIRINA DENÎZ POYRAZ TEMAŞE KIR

Der barê êrişa li dijî HDP’a Îzmîrû de detayên nû derdikevin holê.

Êriş 17’ê hezîaranê pêk hat û di encamê de jî Denîz Poyraz hat qetilkirin.

Polîsên ku 24 saetan avahiyên HDP’ê dişopandin wê rojê dest li kujer wernedan.

Çavê xwe jê re girtin ku bi çenteyeke tijî çek bikeve avahiyê.

Der barê wê rojê de hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur ji rojnama Yenî Yaşamê re axivî.

Tekgur destnîşan dike ku beriya êrişê bi çend rojan anîn konek li ber avahiyê danîn.

Îktîdara AKP’ê bi vî awayî xwest provokasyonekê çêbike.

Lê negihîşt armanca xwe. Piştre pîlaneke din xist dewrê.

Dêhna xwe bidinê polîs timî li dora avahiyê ne, lê wê rojê heta bi qetilkirina Denîz Poyraz jî dest li kujer Onur Gencer wernedan.

Tekgur diyar kir ku waliyê Îzmîr ji parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay re axiviye û ji i bo êrişê ji rêzê nîşan bide gotiye; êrişkar kesekî ku hişê wî ne li serê wî ye.

Dîmenên kamerayên derdorê piştre hatine paqij kirin.

Ev hemû nîşaneya pîlangeriyekê ne.

Li dijî van êrişan jî dem ew dem e em têkoşînê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv