Meclîsa Şaredariya Lyonê navê Hevrîn Xelef da qadeke li bajêr.
Li Taxa Gûîllotîere ya Lyonê navê Hevrîn Xelefê dan qada ber bi xeraja berê ya Cîtronê. Şaredarê herêma 7’emîn a Lyonê Franny Dûbot got “Em vê fîgura sembolîk a kampa aştiyê ya welatekî şer lê heye silav dikin. Vê Kurda femînîst a 35 salî hatibû qetilkirin.”
Hevrîn Xelef a di 15’ê Mijdara 1984’an de ji dayik bûbû di 12’ê Cotmeha 2019’an de li nêzî Girê Spî ji aliyê komên çeteyên dewleta Tirk bi awayekî hovane hatibû kuştin. Xelef endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê bû.