Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji ber axaftina li ser pirsgirêka avê ya gundiyan lêpirsîn li hevserokê HDP’ê hate vekirin

Ji ber ku bal kişand ser pirsgirêka avê ya li gundên Hezoyê derbarê Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû lêpirsîn hate vekirin.

Li gelek gundên Hezoyê DÎCLE EPSAŞ’ê elektrîka dînamoyên avê birîbû û 16 roj in ava van gundan tune. Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû ji ber ku di bernameyeke televîzyonê de ya li ser qutkirina avê axiviye, lêpirsîn lê hate vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi îddîaya ‘Gel tahrîkî kîn û dijminatiyê’ kiriye lêpirsîn li Kûlpû vekir û telefonî Kûlpû hate kirin ku bila biçe Midûriyeta Emniyetê îfadeyê bide.

Kûlpû çû Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê îfade da û nerazîbûn nîşanî lêpirsînê da. Kûlpû got “Dema ku em tevlî bernameya televîzyonê bûn, tiştên ku gel ji me re got, me jî ragihand. Me ragihand ku çawa bi hezaran gundî mûxtacî dilopek av bûne û nexweş ketine. Me qala mexdûriyetê kir a ku DEDAŞ li wan gundan dike. Lê ev tişt kirine kîn û tahrîk û derbarê me lêpirsîn dane destpêkirin.”

Kûlpû got “Li van gundan mirov bi metereyên avê li ser rêyan li benda wesayîtan dimînin yan jî di wê germê de diçe kanalê û avê tînin. Gelek kes dema diçin avê tînin nexweş dikevin û tav li wan dixe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv