Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Destûra Bingehîn a Şiliyê di bin rêveberiya jineke xwecî de tê amadekirin

 

DESTÛRA BINGEHÎN A ŞILIYÊ
BELGEYA NÛ DI BIN RÊBERIYA JINEKE XWECÎ DE TÊ AMADEKIRIN

Li Şîliyê civînên desteya amadekirina destûra bingehîn a nû berdewam dikin.

Deste ji 155 delegeyan pêk tê ku piraniya wan parêzer, mamoste, zanyar, rojnamevan û karker in.

Ji bo pêkanîna wekheviya zayendî, nîvê endamên desteyê ji jinan pêk tê.

Herwiha gelê xwecî yê Mapûçe jî bi 17 nûneran tên temsîlkirin.

Lê hîn di civîna ewil de hilbijartina komîteya rêvebir bû sebeba nîqaşan û gelekûn endaman rêvebiriyek nû daxwaz kirin.

Piştî vê, ji nû ve hilbijartin hat lidarxistin û jina xwecî Elîsa Lonkon bû serokê desteyê.

Elîsa Lonkon di axaftina xwe ya ewil de derbarê nuqteyên girîng ên destûra bingehîn a nû de hin agahî dan.

Lonkon got, wê belgeya nû demokratîk û plûralîst be û hemû civaka Şiliyê temsîl bike.

Nûnera xwecî da zanîn, ew ê di destûra bingehîn bi perspektîfa pirneteweyî bê nivîsandin.

Lonkon diyar kir wê mafên gelên xwecî, mafên jinê û parastina xwezayê bibe rêgezên bingehîn ê destûra bingehîn.

Herwiha nûnera gelê Mapûçe da zanîn, bi rêberiya destûra xwe ya bingehîn wê Şîlî bi gelên bindest ên cîhanê re di nava hevkariyê de be.

Piştî protestoyên mezin ku di 2019’an de dest pêkiribûn, li Şiliyê hukumet û mixalifan ji bo destûreke bingehîn a demokratîk li hev kiribûn.

Di gulana îsal de bi armanca hilbijartina desteya ku wê destûra bingehîn binivîse, referandûmek hatibû li dar xistin.

Bi dûv referandûmê re desteya ji nûnerên gel pêk dihat hatibû hilbijartin.

Destûra Bingehîn a Şiliyê, di 1980’an de di dema generalê derbekar Aûgûstûs Pînoşe de hatibû nivîsandin.

Digel hin reformên salên dawî jî, naveroka destûra dema darbeyê heta îro wekî xwe mabû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv