HEYECANA NÎV FÎNALA EURO 2020
DI FÎNALÊ DE WÊ ÎTALYA Û BRÎTANYA BÊN PÊŞBERÎ HEV
Berî du rojan li derveyî stada Webley a Londonê, ji bo maça nîv fînalê heyecanek mezin hebû.
Îtalya û Îspanyaya ji bo maça nîvfînalê hatin pêşberî hev.
Rakêşiya herdû tîmên serkeftî, wan ber bi penaltiyan ve bir.
Her çend Îspanya performansek baştir nîşanda jî, lîstika giranbuha bi skora 4-2, Îtalya derxist fînalê.
Û ev serfirazî, li Îtalya wiha hat pîrozkirin.
Bi hezaran welatî, ji bo şahiya fînalê herîkîn kolanên paytext Romayê.
Û duh êvarê di encama maça Brîtanya û Denmarkê de, raqîbê Îtalyay yê ji bo fînalê diyar bû.
Di pêşbirka Brîtanya û Denmarkê ya li Wembleyê de, piştî Îtalyayê, tîma ku navê xwe li fînalê nivîsî bû Brîtanya.
Maça bi skora 1-1, hat dirêjkirin û gola Harry Kane serkeftinê ji Brîtanyayê re anî.
Di Şampiyonaya Futbol a Ewrûpa de, Brîtanya û Îtalya wê li stada Wembleyê 11’ê Tîrmehê, li gor saetên Ewrûpa 9’ê êvarê maça qûpayê bilîzin.