JINÊN KURD BI SER KETIN
LI LOZANÊ DU JINÊN KURD BÛN ENDAMA MECLISA ŞAREDARIYÊ
Di hilbijartina xwecihî ya li Lozanê de du jinên Kurdistanî, Sevgî Koyuncu û Derya Çelîk ji bo meclisa şaredariyê hatin hilbijartin.
Sevgî Koyuncu Ji Partiya Karker a Swîsreyê û Derya Çelîk jî ji Partiya Sosyalîst bûbûn namzet.
Piştî hilbijartina her du jinên Kurd, Navenda Civaka Kurd a Lozanê peyameke pîrozbahiyê weşand:
Ev cara yekê ye ku namzetên Kurd hatin hilbijartin û ketin meclîsa şaredariya Lozanê.
Ji bo me girîng e ku her du hevrêyên me yên jin 8´ê Adarê hatin hilbijartin.
Em bawer dikin ew ê ji bo ku dengê Kurdan, jinan, zarokan û tevahiya koçberan bidin bihîstin, di projeyên muhim de cihê xwe bigirin.