CIVÎNA KOMA JINAN A MECLÎSÊ YA HDP’Ê
ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ MORA XWE LI CIVÎNÊ XIST
Di destpêka civîna koma jinan a meclîsê ya HDP’ê de, sînevîzyonê li ser têkoşîna jinan hatiye weşandin.
Dûre jî Hevseroka Pervîn Buldan axivî û di serî de 8’ê adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir.
HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE DESTHILATDARIYA ZAYENDÎPARÊZ HILWEŞÎNIN
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser desthilatdariya zayendîparêzer û got:
Wekî ku me qad bi rengê jinê xemilandin, emê bi têkoşîna xwe desthilatdariya zayendîparêz hilweşînin.
Pervîn Buldan bi bîr xist ku HDP li hemû deveran dibe dengê jinan û wê vê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya gelan, pêkanîna edaletê û avakirina desthilatdariya jinan bidomînin.
HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
TECAWIZKAR JI DESTHILATDARIYA AKP’Ê HÊZÊ DIGIRIN
Pervîn Buldan bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan a li Tirkiyê û kuştina jinan û got:
Berpirsyarê vê şîdet û kuştinan desthilatdariya Tirkiyê ye. Nêzîkatiya bêceza hiştine tecawizkar û êrişkarên jinan e.
Pervîn Buldan êriş û qedexeyên li hemberî çalakiyên jinan jî, wekî encama siyaseta dijminahiya jinan a desthilatedariya AKP’ê nirxand.
HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
EM Ê HESABÊ SÛCÊN LI DIJÎ JINÊN KURD YEKO YEKO BIPIRSIN
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan êrişên hêzên dewletê yên li dijî jinên Kurdan jî destnîşan kirin û got:
Hêzên dewletê cesareta êrişên xwe ji desthilatedariyê digirin. Ji siyaseta dijminahiya Kurdan digirin. Lê bila vê baş bizanibin, emê yek bi yek hesabê sûcên wan bipirsin.
HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
DAXWAZA RAKIRINA TECRÎDÊ, DAXWAZA ME HEMÛYAN E
Pervîn Buldan daxwaza rakirina tecrîda Îmraliyê jî wekî daxwaza jinan û bê edaletî nirxand û xwest ku dawî tecrîdê were û daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de were qebûlkirin.
HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
ÊRIŞ Û ZEXTAN BI DAWÎ BIKIN, MALBATÊN MEBYA-DER’Î BERDIN
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan girtin û binçavkirina li dijî malbatên gerîla, şehîdan û girtiyan jî wekî dijminahiya li hemberî Kurdan bi nav kir û daxwaza azadiya girtiyan kir.