8’Ê ADARÊ LI ÇIYAYÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ
GERÎLAYAN Û GEL BI HEV RE PÎROZ KIR
Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê bi gel re pîrozbahiyeke bi coş a 8’ê Adarê li darxistin.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, li ser navê Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Ciwana Sine axivî.
Piştî axaftina Ciwana Sine, komên mûzîk, govendê û şanoyê yên gerîlayan hunera xwe pêşkêş kirin.