23. SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWÎ
LI LONDONÊ BI SEDAN KES KOMLOYÊ ŞERMEZAR KIR
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, 23 salên xwe tijî kir, lê hê jî bi dawî nebûye.
Ne Dewleta tirk ne jî Neteweyên Yekbûyî hê jî, Kurdan weke netew nabînin.
Ev jî li ser sibejora Kurdan xeteriyeke mezin e.
Ev yek dikare di nava demê re Kurdan di nava neteweyên din de bihelîne û hebûna wan tine bike.
Gelê kurd bi wesileya salvegera 9’ê Cotmehê, carekî din ev qedera ku li ser wî hatiye ferz kirin red kirin, her cûre komplo, dekûdolab, projeyên qirkirinê şermezar kirin.
Îro li paytexta Îngîlîztanê Londonê meşeke girsehî hat lidar xistin.
Kurdistanî û dostên xwe li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, li pêşiya avahiya BBC ya Londonê kom bûn.
Girseyê ji vêderê heya qada Trafalgar Oxforf Cîrcûsê meşiya û belavok belav kir.