23. SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWÎ
BI SEDAN WELATÎ LI REQA Û DÊRAZORÊ KOMPLOYÊ ŞERMEZAR KIRIN
Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo, li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hat şermezarkirin.
Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, bi sedan şêniyên Reqayê meşeke girsehî organîze kirin.
Girseya Gel li qada Agirkujiyê kombun ber bi parka Bustan ve meşiyan.
Piştî meşê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Zana Mihemed axivî.
Zana Mihemed komploya 9’ê Cotmehê şeremzar kir û banag derxistina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî kir.
Şêniyên Dêrazorê ji mitingekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin.
Çalakî ji aliyê Meclisa Dêrazorê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ve hat oraganîze kirin.
Di axaftinan de hat ggotin ku bi saya fikir û felsefeya rêber Apo herêm hatin rizgarkirin û şênî bi ewle û aştî dijîn.
Azadiya rêbertî azadiya tevahî gelên cîhanê ye û bi pêkanîna felsfeya wî krîzên li cîhanê çareser bibin.
23. SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWÎ
XELKÊ WARGEHA MEXMÛRÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO MEŞIYAN
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî jî bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê meşek girseyî hat lidarxistin.
Xelkê wargehê li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û heta parka 4’ê Nîsanê meşiyan.
Pîştî meşê li ser navê girseyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok axîvî.
Fadîle Tok herî dawî got: Her tim gelê azadîxwaz serkeftiye û wê serbikeve. Em ê heta azadiya rêberê xwe li dora wî kom bibin û pê re bimeşin.