Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Welatiyên Iraqê li 83 herêmên cûda deng dan

 

HILBIJARTINÊN PARLAMENA IRAQÊ
WELATIYÊN IRAQÊ LI 83 HERÊMÊN CÛDA DENG DAN

Li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, saet di 07.00’an de dengdanê dest pê kir.

Wê nêzî 24 milyon hilbijêrên Iraqê, li 8 hezar û 283 navendan dengên xwe bi kar bianîna.

Li gorî sîstema nû ya hilbijartinê, Iraq li 83 herêman hatiye parvekirin.

Li van herêman ji bo 329 kursiyên parlamentoyê, 3 hezar û 249 namzet ketin pêşbaziyê ku ji vane 951 jê jin bûn.

900 çavdêrên biyanî jî hilbijartinê şopandin.

Li gorî Komîsyona Bilind a Iraqê dengdayin di saat 18.00’an de bi dawî bû.

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê eşkere kir ku heta, nîvro rêjeya tevlîbûna dengdêran tenî 19 ji sedî bû.

Komîsyonê diyar kir ku wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinê jî were eşkere kirin.

HILBIJARTINÊN PARLAMENA IRAQÊ
TÊVÎ ASTENGIYAN JÎ XELKÊ ŞENGALÊ DENGÊ XWE BIKAR ANÎ

Devereke din ku di vê hilbijartinê de derkete pêş jî Şengal bû.

Li Şengalê jî dengdayîn li 31 navedan saet di 08:00’an de des pê kir.

Piştî demek kurt bi hinceta cîhazê dengdayinê xirabûne, li 21 navendan dengdayîn hat sekinandin.

Li ser nerazîbûna gel û rêvebiriya Şengalê dengdayinê dîsa des pê kir.

Li gor agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin rêjeya dengdayinê li Şengalê zêde bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv