LI KURDISTANÊ MEHA REMEZAN Ê
MISILMANÊN QAMIŞLOYÊ LI BIN AMBARGOYA ABORÎ MEHA ROJIYÊ PÊŞWAZÎ DIKIN
Ew meh meha bereket û dilovaniyê ye, li gorî misilmaniyê, meha herî bi xêr a salê ye.
Civaka Îslamê îsal jî meha remezanê di bin nexweşiya şewba Covîd-19 de pêşwazî kir.
Her wiha ambargo û krîzên aborî şertên jiyanê hê dijwartir dikin û fiyeta her tiştî jî zêdetir dikin.
Lê Kurdên misilman disa jî hewl didin li ser axa xwe li hemberî hemû tengasiyan meha Remazanê bi xêr û silamet derbas bikin.
Şêniyên Qamişloyê ji ber tedbîrên pêşîgirtina li belavbûna şewbê, liv û tevgera xwe li sûkan kêm kirine.
Dikandar Fadî Xidir li ser şertên jiyanê dibêje, sal bi sal xwezî bi par.
LI KURDISTANÊ MEHA REMEZAN Ê
LI AMEDÊ GEL JI BÛHABÛNA ZAD Û QÛT GILÎ Û GAZINAN DIKE
Sûka Amedê ya qada Şêx Saîd jî ji ber meha Remezanê zindî bûye
lê xelkê Amedê ji ber bûhabûna xwarin û qût gazinan dike.
Hem dikandar û hem jî firoşkarê seyyar qebûl dikin ku ji ber kriza aborî her tişt bûha bûye û ew jî mecbur in fiyetan zêde bikin.
Kesên ku dadikevin sûkê di serî de berê xwe didin dikanên penêr û zeytûnan.
Lê xwarin û pêwistiyên bingehîn jî îsal dîsa weke sala borî biha bûne.
Welatiya bi nav Reyzan Savaş di derbarê bûhabûnê van dibêje:
‘Bila jinên sûkê biaxivin, ka çi standine û wê çi bixwin.
Penîr edî li ser erebeyên seyyar tê firotin lê dîsa kes nikare bistîne.
Ez mecburim niha tenê penîr bistînim, cizdana min têra tiştên din nake.
Kesên ku ev rewş anîn serê me bila ji Xwedayê xwe bibînin.