Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî girtiyên Behdînanê qanûnên BAAS’iyan ên bêdengkirina muxalîfan tên bikaranîn

 

“HA DARAZA BAAS HA DARAZA PDK’Ê”
BI FERMANA MESRUR BARZANÎ CEZA LI 5 MUXALIFÊN PDK’Ê BIRÎN

Rojnamevan û çalakvanên siyasî Şerwan Şerwanî, Guhdar Zebarî, Hariwan Îsa, Mamoste Şivan ve Eyad Kerîm ev serê 8 mehan e di zindanên PDK’ê de girtîne.

Daraza PDK’ê ji ber ku wêneyên van çalakvanan bi gerîlayên Kurdistanê re hene ew bi îdîaya sîxûriyê girtine.

Lê hem saziyên rojnamevaniyê hem jî saziyên civakî destnîşan dikin ku ev çalakvan ji ber ku muxalifên polîtîkayên PDK’ê ne hatine girtin.

Heta niha Asayîşa PDK’ê nehiştiye ku kes wan bibîne.

Bi tenê carekê bi malbatên xwe re bi telefonê axivîne.

Mafên wan ên qanûnî ji destê wan hatine stendin.

Têkildarî îdîayên li ser wan mafê xweparastinê jî nedane wan.

Ew nikarin bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê bikin.

Beriya bi demekê 16 saziyên ragihandinê der barê girtina 5 çalakvanan de daxuyaniyek da û rewş wiha pênase kir:

Girtina 5 çalakvanan sansur û otosansurê teşwîq dike.

Li dijî wan qanûnên BAAS’iyan ên bêdengkirina muxalîfan tên bikaranîn.

Parêzerê Çalakvanan Beşdar Hesen jî der barê rêveçûna dozê de agahî dane rojnama Yenî Ozgur Polîtîkayê.

Beşdar Hesen der barê rêveçûna dozê û rewşa dawîn de ev agahî dan:

Girtî li gel ku di dema lêpirsînê de bi israr xwestine bi parêzerên xwe re biaxivin jî, îfade bi darê zorê û bêyî parêzer amade bin hatine girtin.

Di dema lêpirsînê de îşkence li wan hatiye kirin.

Ji ber ku îfade îmze nekirine bi zorê bi tiliyên wan îfade dane morkirin.

Dîmenên îfadeyên di bin zexta îşkenceyê de hatine kişandin di çapemeniya PDK’ê de bi navê îtîrafê hatine weşandin.

Beşdar Hesen destnîşan kir ku demên berê îfade bi kurdî dihatin girtin lê bi hinceta dadger baş bi kurdî nizane îfade li erebî hatine wergerandin û got:

Di wergerê de jî ne gotinên muwekîlê min lê tişta ku xwestine nivîsandine.

Mehkeme îdiayên Mesrûr Barzanî esas girtiye.

Serbixwebûna darazê tine ye.

Der barê şert û mercên girtiyan de jî Eyhan Seîd ê ku birayê yek ji girtiyan e, şertên girtîgehê bi vê dayînê vê agahiyê tîne ziman:

Di 50 metrekareyê de 135 kes tên ragirtin.

Ev der girtîgeh e, avahiya Asayîşa PDK’ê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv