Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Sêrtê mirina bi guman a Saynur Suyuncu

 

LI SÊRTÊ MIRINA BI GUMAN A SAYNUR SUYUNCU
JI BER TUNDIYA LÊ TÊ KIRIN, LI QEREKOLÊ GILÎ KIRIYE

Cenazeyê Saynur Suyuncu ku piştî bedena wê şewîtî hatibû dîtin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, doh li Sêrtê hate veşartin.

Ji malbata hevjînê wê kesek tevlî merasîma cenazeyê nebû û tenê malbata wê cîh girt.

Derket holê ku Saynur Suyuncu ku li gundê Kelhok ê bi ser bajarokê Ziyaretê yê navçeya Hawêlê Sêrtê rûdinişt, ji ber rastî tundiya demdirêj yê birayên hevjînê xwe hatiye û li Fermandariya Jandarma a navçeyê giliyê wan kiriye.

Li gorî agahiyên ku xizmên wê dane, Saynur Suyuncu di 3’ê Hezîrana 2020’an de çûye qerakolê, lê tevî vê yekê der barê birayên hevjînê wê S. û R. ku tundiyê lê dikin de ti tişt nehatiye kirin.

Saynur Suyuncu ji ber vê yekê careke din vegeriyaye mala xwe û tundiya li ser wê dewam kiriye.

LI SÊRTÊ MIRINA BI GUMAN A SAYNUR SUYUNCU
BI SALAN TUNDÎ LÊ HAT KIRIN, HIŞÊ XWE WENDA KIR

Ji ber darbeyên ji serê xwe xwarine, demekê hişê wê ji serê wê çûye, nexweş ketiye.

Ji ber vê yekê birayê Saynur Suyuncu wê biriye mala bavê wê û 7 mehan li vê derê hatiye dermankirin.

Lê piştî ku birayê wş ji gund çûye, hevjînê Saynur Suyuncu H. wê careke din biriye malê û dîsa rastî tundiyê hatiye.

Saynur Suyuncu 10’ê Nîsanê bi awayekî ku benzîn li bedena wê kirine û şewitandine hatibû dîtin.

Roja ku ev bûyer qewimî li malê tenê zaroka wê ya 8 salî û hevjînê wê hebû.

Saynurê bi awayekî giran birîndar rakirin nexweşxaneyê, pêr li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.

Saynûr Suyuncu 27 salî bû û 4 zarokên wê hebûn.

Ji ber mirina wê ya bi guman der barê bûyerê de lêpirsîn hate vekirin, lê heta niha ti kes nehatiye binçavkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv