Li bajarê Îtalya Modenayê ji ber berf û barana zêde lêhiyek rabû.
Di encamê de bendavek hilweşiya. Gelê herêmê li benda alikariyan e.
LI ÎTALYAYÊ BENDAV HILWEŞIYA
WELATÎ JI DEVERA BÛYERÊ TÊN RIZGARKIRIN
Li nêzî bajara Modena ya Italyayê, bendavek li ber hewaya dijwar nema xwe hilgirt û şikiya..
Lêhiyên dijwar jiyana welatiyên Nonantola xist bin xeteriyê.
Ji ber tirsa belavbûna nexweşiya Koronayê, hewldanên alîkariyê bi zehmetî pêktên.
Rayedaran, ji bo nexweşan sê stargeh amade kirin.
Ji dîmenên helîkopteran, herêma bajarên Gacyo û Nonantola ya di bin avê de mayî diyar dibe.
Ekîbên xilaskirinê bi kanoyan gel sewqî herêmên din dikin.
Ev du rojin bakûrê Italyayê di bi tesîra barana zêde û berfê de ye.
Tê texmîn kirin, berfa li ser çiyayan ji ber zû heliyane bûne sebeba lêhîya giran.