Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Civata bilind a şefên diplomasyê yên Yekîtiya Ewrupayê destpêkir

 

Ji bo nirxandina ambargoyên muhtemel ên li dijî Tirkiyê Zîrweya Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewrûpayê despê kir.

Tê payîn di vê zîrweyê de cara pêşî piraniya welatan, li dijî Tirkiyê dengên xwe bikin yek.

Hin welat ên weke Polonya û Macarîstanê li dijî cezakirina Tirkiyê derkevin jî, meyla giştî ya welatên Yekîtiya Ewrûpayê cezakirin e.

ZÎRWEYA ŞEFÊN DÎPLOMASIYA YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ DEST PÊ KIR
XALA SEREKE YA ZÎRWEYÊ AMBARGOYA MUHTEMEL A LI DIJÎ TIRKIYÊ YE

Zîrweya Yekîtiya ewrûpayê ya li bin serokatiya Almanyayê bi beşdariya şefên dîplomasiya welatên endam destpê kir.

Di vê zîrweyê de mijara ku wê mohra xwe li rojevê bixe guftugokirina ambargoyên muhtemel ên li dijî dewleta tirk in.

Wezîrê karê derve yê Almanyayê Heiko Maas beriya civînê peyamek da û got:

Di mehên dawî de ji bo em bi Tirkiyê re diyalogekê saz bikin em pir xebitîn.

Lê belê gelek provokasyon pêk hatin û aloziyên dewleta tirk ên li Yûnanistan û Kibrisê re li pêşiya hevdîtinên me bûn asteng.

Maas anî ziman ku ewê encamên vê rewşê binirxînin û di zîrweyê de jî bînin ziman.

Eger şefên dîplomasiya ewrûpî li ser cezakirna Tirkiyê hemfikir bin, mijar di zîrweya lîderên ewrûpî ya roja pêncşemê de dîsa were rojevê û biryara dawî li wir were dayîn.

Di zîrweya cotmehê de lîderên yekîtiya Ewrûpî ji Tirkiyê xwestibûn dawî li sondajên xwe yên li rojhilatê derya spî bîne, an na ev zêdegavî bêencam namînin.

Beriya zîrweya cotmehê dewleta tirk keştiya xwe ya sondajê dikir, ji bo tamîrê vekişandibû lîmanê.

Lê belê piştî zîrweyê ew dîsa ji bo sondajên li rojhilatên derya spî wezîfe dar kir.

Rayedarên Yekîtiya Ewrûpî yên der barê helwesta Tirkiyê de ji Reutersê re axivîn, nerazîbûna xwe ya ji êrişbaziyên wê yên li Sûriye, Lîbya û Qerebaxê jî anîn ziman.

Heman rayedaran ji têkiliyên dewleta tirk ên bi Rûsyayê re jî gazin kirin.

Lîderên yekîtiya ewrûpî di wê nêrînê de ne ku êdî divê ambargoyên pêwist li ser Tirkiyê werin ferzkirin.

Herî dawî serokê Konseya Ewrûpî Charles Michel jî li ser mijarê axivî û got:
Divê êdî dewleta tirk dev ji lîstika mişk û pisîkê berde.

LI gel van rexneyan jî îhtîmal heye ku dewleta tirk vê carê jî neyê cezakirin û hişyariya dawî lê were kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv