Endamên kevn ên Sovyeta berê, bi dehan salane di navbera Yekitiya Ewrûpa û Rûsyayê de bûne mijara reqabeta siyasî.
Moldova yek ji wan welatan e. Her du alî jî dixwazin wê ber bi xwe ve bikişînin.
Bi serokwezîrtiya nû ya Maîya Sandû, Bruksel li vî welatî pişta xwe xurt kir.
Lêbelê vê alîgirên Rûsyayê hamle kirin û ev jî bû sebeba protestoyeke mezin.
MOLDOVA BÛ QADA NAKOKIYÊN BRUKSEL Û MOSKOWÊ
SEROKWEZÎR DODON DOR LI SEROKA NÛ SANDU TENG DIKE
Li Molvovayê bi çalakiyeke girseyî hukumeta alîgirê Rûsyayê hat protestikirin.
Çalakger li dora parlemena li paytext Kîşîniovê kom bûn û ji hukumet Îgor Dodon daxwaza îstîfayê kirin.
Sebeba vê çalakiyê biryara dawî ya parlemenê ya ku saziya îstîxbaratê ji destê seroka nû ya welêt girt.
Hukumeta Dodon a alîgirê Rûsyayê, bi vî gavî dixwaze dor li seroka nû teng bike.
Maîya Sandû kurtedemek berê di hilbijartinê de ji sedî 58ê dengan wergirtibû û bûbû seroka welêt.
Sandû jî tevlî vê meşê bû û di axaftina xwe ya di vê çalakiyê de ji hukumetê daxwaza lidarxistina hilbijartina parlemenê kir.