NEXWEŞÎNA JI BER NEBÛNA AVÊ
LI HESEKÊ BI DEHAN ZAROK NEXWEŞ KETIN
Ji 12’yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê ya li Serêkaniyê ya dagirkirî ji ser şêniyên Hesekê û gundên wê qut kiriye.
Stasyona Elokê ji 30 bîr û 8 pompeyan pêk tê.
Lê bi fermana dewleta Tirk a dagirker pompeyek û 3 bîr tenê dixebitin.
Ev pompe jî bi saya ceyrana ku rûveberiya xweser dide stasyonê dixebitin.
Lê ava wan her sê bîrên kêm e û nagihîje taxên Hesekê.
Ji ber kêmbûna avê û ava pis bi sedan şêniyên bajêr di nav de zarok jî hene nexweş ketine.