Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Xefleta PDK’ê beramberî dagirkeriyê

 

XEFLETA PDK’Ê BERAMBERÎ DAGIRKERIYÊ
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Ev 25 roj in ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke giran a dagirkirinê pêk tine. Herêm bênavber tê bombekirin. Suleyman Soylu got, ew ê li Metîna û hin deverên din ên Başûr baregehên nû ava bikin. Maneya vê eşkere ew e ku ew dewleta Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ciddî nagirin. Jixwe, dema Malikî serokwezîrê Iraqê bû, Erdogan jê re got, tu kî yî, kî dê te ciddî bigire.

Di serî de Tayyip Erdogan rayedarên AKP’ê dema referandûma Başûrê Kudistanê, çi nema ji Barzaniyan û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re negotin. Niha jî heman dewlet Başûr dagir dike. Li gel vê jî li dijî tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk rêveberiya Başûrê Kurdistanê heta niha ti reaksyon û nerazîbûn nîşan nedaye. Dijberê vê, Mesrûr Barzanî got, dewleta Tirk ne dijminê Kurdan, lê dijminê PKK’ê ye. Bi vî rengî dagirkeriya Tirk normal û rewa nîşan da.

Kurd li pêşberî van daxuyaniyên Mesrûr Barzanî şaş û matmayî man. Her kesî di dilê xwe de got, dibe ku nabihîze çi dibêje. Bi rastî jî ev hevokeke wisa ye ku divê ti carî û di ti rewşê de siyasetvanekî Kurd bi lêv neke, nebêje. Dewleta Tirk hebûna Kurdan napejirîne, bi zext û zorê dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biperçiqîne, têk bibe û Kurdan qir bike. Di dema komkujî û qirkirinên Şêx Seîd, Agirî û Dersimê de PKK tine bû. Herhal, xwediyê van gotinan van jî Kurd nabîne.

PDK hem li dijî dagirkirina Başûr dernakeve, hem zextê li gel dike, gelê ku dixwaze li dijî dewleta Tirk rabe. Yên vê dikin di nava xefleteke dîrokî de ne. Li ber dagirkeriya dewlta Tirk ranabin, sûcekî neteweyî dikin. Kurd li vê helwêsta PDK’ê dipirsin, napejirînin. Eşkere beşek jî wisa difikire ku PDK hevkariya dewleta Tirk dike.

Ji ber ku, heger li dijî vê tevgera dagirkirinê ya ewqasî berfireh nebe, bêdeng bimîne, maneya vê hevkarîkirin e. Ev jî dê wekî sûcekî li dijî gelê Kurd bê dîtin. Mafekî rewa û wezîfe ye ku rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan û her kesa/ê Kurd ji PDK’ê daxwaz bike ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabe. Em hêvî dikin ev daxwaza gelê Kurd serwer bibe, PDK ji vê rewşa bêdengiyê rizgar bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv