Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Dema fêmkirina ji Hakî Karer e

 

DEMA FÊMKIRINA JI HAKÎ KARER E
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Gelekî zelal e ku em di rojên dîrokî de ne. Di her roja Gulanê de şehîdên me yên qehreman hene. Meha Gulanê dibe Meha Şehîdên Şoreşgeriya Tirkiye û Kurdistanê.

Em qala kitekitan nakin lê dixwazin li ser 18’ê Gulanê bisekinin. Di şexsê Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya de em hemû şehîdên meha Gulanê, hemû şehîdên qehreman ên têkoşîna Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Em diyar dikin ku wê bîranîna wan di têkoşîna me ya geş de bijî û bi vê têkoşînê re wê armanca wan bi ser bikeve.

Ne şaş bim Îbrahîm Kaypakkaya ji Çorûmê tevlî vê karwanê dibe. Her ku bîra tiştan dibe, dibîne ku ew ketiye nav têkoşîna di asta pêşengtiyê de. Li Kurdistanê û li gerîlatiyê. Riha di serî de li gelek qadan xebitî. Li Dêrsimê dema ku gerîla bû, di şer de birîndar bû û li Amedê di êşkenceyê de hate qetilkirin. Diyalektîka jiyanê ev şoreşgerê mezin bir du cihan, Kurdistan û gerîla! Zelal e ku Kurdistan bi gerîla re dibe yek. Gerîlayên Kurdistanê ne bi tenê ji bo azadiya Kurdistanê, di heman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn jî şer dikin. Piştî Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya jî di nav çîrûskên pêşeng ên gerîlatiyeke wisa de cih digire.

Çîroka Hakî Karer jî ji vêya ne cihêtir e. Şênber û zelaltir e. Ji gundekî Ûlûbeya Ordûyê tê Enqereya ku paytexta dewletê ye û piştre jî tê Amedê ya ku paytexta demokrasiyê ye. Kesayetiya xwe dike esas û tê Kurdistanê ya ku ocaxa azadî û demokrasiyê ye. Tevî hevalê xwe Kemal Pîr ê ku ew ji herêmekê ne, dibin kesên pêşîn ku Rêberê Azadiya Kurdistanê Abdullah Ocalan nas dike û fêm dike. Tevî Kemal Pîr dibin kesên pêşîn ku çalakiyên azadiyê li Kurdistanê dikin. Gerîlayên qehreman jî berxwedena xwe ya ji bo ronîkirina mirovayetiya azad ji bo bîranîn û tolhildana Hakî Karer pêk tîne.

Divê em rastiya Îbrahîm Kaypakkaya û rastiya Hakî Karer baş fêm bikin û wê bikin hêza çareseriya ji bo pirsgirêkan. Divê em vê rastiyê bêtir bi civaka Tirkiyeyê, ji jin û ciwanan re, ji kedkar û karkeran re bidin fêmkirin. Divê civak li ser vî bingehê were perwerdekirin û mirov wan têxe nav rêxistin û çalakiyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv