JI FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DARBEYEKE DIN
LI HEMBERÎ MECLÎSA WEKÎLIYA WÎ XIST GERGERLÎOGLU BIRYARA BERXWEDANÊ DA
Piştî ku parlementerê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu lêgerîna tazî û pêkanînên dij-mirovî yên li qereqol û girtîgehan raxistin ber çavê cîhanê, bû hedefê faşîzma AKP-MHP’ê.
Faşîzma AKP-MHP’ê retweetkirina nûçeyekê wekî bahane nîşan da û ji bo daxistina wekîltiya wî, bi riya dadgeriya xwe, cezayek lê birî.
Dûre jî ev biryar wekî bahane nîşan da û li meclîsa Tirkiyê da xwendin û wekîltiya wî daxistin.
Wekîlên HDP’ê di dema biryarê de rabûn ser piya û nerazîbûn nîşan da.
Omer Faruk Gergerlîoglu biryar wekî darbeya li dijî îradeya gel nirxand û got: Darbe ne tenê bombekirina meclîsê ye. Xistina wekîltiyê û îradeya gel jî, darbe ne.
Gergerlîoglu ku biryar da li ber xwe bide û ji meclîsê dernekeve wiha axivî:
‘Ezê ji meclîsê dernekevim. Bila kerem bikin, werin min ji meclîsê bibin.’
Cigirên Serokê Koma HDP’Ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç jî civîna çapemeniyê pêk anî û xistina wekîltiya Gergerlîoglu wekî darbeyeke din a li dijî îradeya gel nirxandin.