PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ÇALAKIYÊN JI BO RÊBER APO
Efrînî û xelkê Şehbayê ev sê roj in ji bo Rêber Apo li qadan e.
Îro jî bi hezaran kes meşiyan û mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo ragihandin.
Meşeke din jî li Kobanê bi pêşengiya ciwanan pêk hat.
Ciwanan piştî meşê konê çalakiyê vedan û ragihandin, ku heta hevdîtina rûbirû bi Rêber Apo re pêk were, ewê çalakiya xwe bidomînin.
Li Girkê Legê, Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê, Helebê, Til Birakê, Dêrikê û Til Koçerê jî daxuyanî hatin dayîn.
Meclîsên Malbatên Şehîdan di daxuyaniyan de bang li tevahiya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin, ku ji bo Rêber Apo bê navber li qadan bin.
Li gelek bajaran jî Yekîtiya Parêzeran daxuyanî da.
Di daxuyaniyan de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin, ku ji bo rewşa li Îmraliyê û tecrîdkirina Rêber Apo bi erk û berpirsiyariya xwe rabin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ŞENGALÎ JI BO RÊBER APO LI SER PIYA NE
Devereke din a çalakiyeke girseyî lê pêk hat Şengal bû.
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ li Şengalê meşeke girseyî hat li darxistin.