Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Heta ji Rêber Apo agahî were wergirtin divê herkes li qadan be 17.03.2021

 

KOORDÎNASYONA KJK:
HETA JI RÊBER APO AGAHÎ WERE WERGIRTIN DIVÊ HERKES LI QADAN BE

Koordînasya KJK der barê îdiayên li ser jiyan û tenduristiya Rêber Apo daxuyanî da.

KJK’ê bal kişand ser daxuyaniya parêzerên Rêber Apo û wiha got:

Ev nûçe û fikarên heyî sebra tevgera me, gelê me, jinan û dostên me hemûyan qedandiye.

Di rewşa heyî de, bi milyonan kes bi taybetî jî jin bi hêrseke mezin di nava fikaran de ne.

Ji bilî hevdîtina lezgîn a bi Rêbertî re û axaftina yekser a Rêbertî, ti daxuyanî wê ji bo me, ji bo gelê me têrî neke.

KJK’ê hesasiyeta tevgera azadiyê, jinan û gelê kurd ji bo Rêber Apo bi bîr xist û wiha dewam kir:

Pêwîst e sebra me neyê ceribandin.

Derdorên hewl didin rewşa Rêberê me normal nîşan bidin, di nav şaşîtiyeke mezin de ne.

Rêberê me bûye rêberekî gerdûnî.

Di qada navnetewî de bi kampanyayên azadiyê xwedî lê tê derketin.

Rêber Apo bi paradîgma û fikrên xwe bûye rêberê gelan.

KOORDÎNASYONA KJK:
AZADIYA RÊBERÊ ME AZADIYA ME YE

KJK’ê hişyarî da û got: eger zerareke biçûk bi neynûka Rêberê me bê, divê her der bibe qada berxwedanê.

Rewşên bi vî rengî rewşên wisa cidî ne ku divê bi nerazîbûn û berxwedaneke mezin bersiv jê re bê dayin.

Divê em bi çalakiyên xwe, bi berxwedana xwe vê yekê nîşanî zîhniyeta faşîst bidin.

Azadiya Rêberê me azadiya me ye.

Ji ber vê yekê heta ev rewş zelal bibe, di serî de jin û ciwan divê her kes çalakiyan bikin.

KJK’ê di serî de li CTP’ê bang li saziyên navnetewî kir ku li pêşberî vê rewşê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

KOORDÎNASYONA KJK:
WERIN EM VÊ NEWROZÊ BIKIN NEWROZA AZADIYA RÊBER APO

KJK’ê ji bo Newrozê jî ev peyam da:

Bi ruhê berxwedanê yê meha Adarê, bi biryardariya xwe ya berxwedanê ya 8’ê Adarê, ji bo azadiya Rêbertî divê em Newrozê bi çalakiyan pêşwazî bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv