Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Li dijî zaliman biherikin qadan û agirê Newrozê geş bikin 17.03.2021

 

PEYAMA NEWROZÊ
KCK: LI DIJÎ ZALIMAN BIHERIKIN QADAN Û AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIKIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke niviskî da û cejna Newrozê pîroz kir.

KCK’ê di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Newrozê bi bîr anîn, Newroz li Rêber Apo, li gelê kurd hemûyî pîroz kir.

KCK’ê diyar kir ku di wê baweriyê de ne wê Newroza îsal bi Pêngava Dem Dema Azadiyê re bibe yek û wiha hat gotin:

Newroz û Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” wê bibin yek.

Wê bi vê re desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hilweşîne û di azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo de bi roleke mezin rabe.

KCK’ê destnîşan kir ku li ser tenduristiya Rêber Apo agahiyên neçê tên belavkirin û ev nirxandin kirin:

Divê Newroza îsa bibe Newroza azadkirina Rêber Apo û Pêngava Azadiyê were geşkirin.

Ev Newroz divê bibe Newroza dilsoziya bi Rêber Apo di asta bilind de were nîşandan.

Ev Newroz bibe Newroza ku wê kesek nikaribe dest bide Rêber Apo.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
HEDEFA NEWROZA 2021’AN DIVÊ HILWEŞANDINA DEHAQÊN ÎRO AKP-MHP’Ê BE

KCK’ê di daxuyaniya xwe îşaret bi dîroka berxwedêr a Newrozê kir û bal kişand ser wê ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji Dehaqê zalim zêdetir xirabî bi serê gelan ve tîne:

Tam weke beriya niha bi 2633 salan, hewceyî bi wan gelan heye ku bi pêşengiya Kawa serî hildane.

Sala 2021’ê tam jî weke beriya niha bi 2633 salan divê bibe sala rabûna ser piyan û hilweşandina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku Dehaqên niha ne.

Pîrozbahiya Newroza 2021’ê li her deverê divê bi vê hedefê were pêkanîn.

Ji ber ku îro têkoşîna li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hem têkoşîna hebûna netewî ye û hem jî têkoşîna azadbûna gelên Rojhilata Navîn e.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
8’Ê ADARÊ NÎŞAN DA WÊ NEWROZ BI GIYANÊ AZADIYA JINÊ WERE PÎROZKIRIN

KCK’ê bal kişand ser têkoşîna domdar a gelê kurd ku bi serhildanên Newrozan bûye hêza pêşeng a azadiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn.

Nexasim têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nirxên xweşiktiya li nirxên Newrozê yên bi hezaran salan zêde kirine.

Gelê Kurd ku gelê Newrozê ye, bûye roj û qibleya ku mirovahî ji bo azadiyê berê xwe dayê.

8’ê Adarê jinên Kurd nîşan dan ku jinên Kurd hêza herî çalak a têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê ne.

Vê jî nîşan daye ku Newroza 2021’ê bi giyanê azadiya jinê bi rengekî xurtir wê were pîrozkirin.

Êdî dawiya mêtingerên qirker û hemû zaliman nêzîk e.

Jin û ciwanên Kurd divê daxwaza azadiyê ya 8’ê Adarê bigihînin Newrozê.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
ÊDÎ DEM HATIYE BI RÊBERTIYA AZAD LI WELATÊ AZAD JIYAN GEŞ BIBE

KCK’ê diyar kir ku hêza jiyana azad û demokratîk a di giyanê Newrozê de bi wê hêzê ye ku dikare her cure zilmê hilweşîne.

Fedayiyên gelê Kurd, weke agirê ku Kawayê Hesinkar li qesra Dehaqê Zalim pêxistî, agirê Newrozê pêxistine.

Agirê ku Kawayên Hemdem li Garê pêxistin, li deştan, çiyayan, gundan, li taxan û li her deverê divê were geşkirin û sala 2021’ê bike sala azadiyê.

Êdî dema wê jiyana bi Rêbertiya Azad, li welatê azad hatiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv