LI DÊRIKÊ GUNDÊ BÊ CEYRAN HATIN HIŞTIN
DEDAŞ’Ê BI ALÎKARIYA ESKARAN TRAFOYÊN CEYRANÊ RAKIR
Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li mezrayên Kizlerê û Menteşê yên girêdayî gundê Qasra û gundê Selmê yên navçeya Dêrîka Mêrdînê trafoyên gundiyan rakirin.
Gundiyan, bertek nîşanî tîmên DEDAŞ’ê yên bi eskeran re hatin gund û trafoyan rakirin dan.
Li gundê Menteşê, gundî li dijî rakirina trafoyên derketin.
Eskaran, bi bombeyên gazê êrişî wan kir.
Eskerên Tirk ji bo çavê gundiyan bitîrsînin bê ser û ber gule bera hewayê dan.
Tevî hemû bertekan jî tîmên DEDAŞ’ê bi alîkariya eskeran trafo rakirin.
Gundiyan, diyar kir ku bi hêceta “deynên nehatine dayîn” tîmên DEDAŞ’ê trafoyên wan rakirine.