NIVÎSKARA PENA KURD LI YÛNANÎSTANÊ HAT ASTENG KIRIN
POLÎSAN EW DI LÊGERINA TAZÎ RE DERBAS KIR PAŞÊ JÎ AVÊTIN AVA MERÎÇÊ
Nivîskar û endama PENa Kurd Meral Şîmşek di 29’ê Hezîranê de ji Tirkiyeyê derbasî Yûnanîstanê bû.
Meral Şîmşek ji aliyê polîsên Yûnanîstanê lêdan xwar û bi lêgerîna tazî rû bi rû ma.
Meralê da zanîn polîsan dest daniye ser kompîtur, telefon û pereyen wê.
Polîsên Yûnanîstanê li gel vê lêgerîn û lêpîrsînê destdirêjî li wê û jinek din dikin.
Nivîskara PEN’a Kurd da diyarkirin ku piştî vê lêgerîna dermirovî polîsên Yûnanîstanê ew û jina ji Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Dîcle avêtiye ava Meriçê.