KOMXEBATA KNK-ROJAVA
“DIVÊ ŞERÊ KUR BI KURD WERE HERAMKIRIN”
KNK-Rojava doh têkildarî xeteriyên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê û helwesta kurdî, komxebateke diyalogê bi dirûşmeya “Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin” li dar xist.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxsitinên civakî jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Di Komxebata KNK-Rojava de biryarên hatin girtin ev in..
-Pêwîste hemû astengiyên li pêş diyaloga Kurdî-Kurdî werin rakirin.
-Hincet çi dibe bila bibe divê şerê Kurd bi Kurd were heramkirin.
-Ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk divê helwesta raya giştî ya Kurdistanê were xurtkirin.
-Divê alî girêdayî lihevkirinên Kurdî-Kurdî yên sala 1982’a bin..
-Bang li aliyên Kurdistanî dikin ku hemleyên çapemeniyê yên reşkirinê berdin.
-Divê nakokî bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
– Ji rêveberên PDK’ê daxwaz dikin ku hêzên xwe neşîne herêmên şer.
-Bi armanca parastina destkeftiyên kurdan, divê kongreyeke neteweyî di zûtirîn demê de were lidarxistin.
-KNK-Rojava heyetek erkdar dike da ku van encamnameyan bigihîne tevahî hêz û partiyên Kurdistanî.