Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li gelek deverên Bakur-Rojhilatê Suriyê çalakiyên jinan ên cihereng pêk hatin 05.03.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÎ
LI GELEK DEVERÊN BAKÛR – ROJHILATÊ SURIYÊ ÇALAKIYÊN JINAN ÊN CIHÊRENG PÊK HATIN

Em ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve diçin.

Bi rashatina vê rojê Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê li ser piyane û çalakiyên cihereng li dardixin.

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê Yekitiya Jinên Ciwan bi meşeke girseyî 8’ê Adarê pîroz kir.

Bi heman navçeyê li Kampa Vegerê ji aliyê Kongreya Star şahîyek hat lidarxistin.

Jinan di şahiyê de stran gotin û govend gerandin.

Jinên Tebqayê jî konê kevneşopî li pêşiya Akademiya Adar Harûn a Jinan vekir.

Di konde xwarinên gelêrî her wiha kardestiyên jinan û çanda herêmê hatin pêşandan.

Li Helebê jî Nivîsgeha Meclisa Jinan a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li mamoste û jinên kedkar gul belavkirin.

Buroya jin a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê bi rashatina 8’ê Adarê li bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist.

Di şahîyê de helbest hatin gotin herwiha jinan govend gerandin.

Li Çilaxa jî Kongreya Star serdana navdên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kir.

Li navçeya Girkê Legê jî bi armanca guhertina zihniyeta mêr a li hemberî jinan,Kongreya Star ji bo mêran semînerek organize kir.

Endama rêveber a Akademiyên Civaka Demokratîk Şîlan Dêrik axivî û behsa çawaniya guhertina zihniyeta baviksalarî û girîngiya rola jinan di civakê de kir.

Li Dêrikê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de,li navenda Çand û Hunerê ya Dicle Seminerek hate dayîn.

Di semînerê de bi dehan jin û mêr cîh girtin.

Yekitiya Mamosteyan a Tirbespiyê û Meclîsa jinan a PYD’ê li Hesekê semîner organize kir.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku mêr bi sîstema desthilatdar bi bandor in, pêwîste ji zihniyeta baviksalarî rizgar bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv