Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Faşîzma AKP-MHP’ê wê bi têkoşîna jinan were hilweşandin 05.03.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÎ
KCK’Ê: FAŞÎZMA AKP – MHP’Ê WÊ BI TÊKOŞÎNA JINAN WERE HILWEŞANDIN

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

Hevserokatiyê 8’ê Adarê li tevahiya jinên kedkar pîroz kir û hemû jinên di berdêla azdiyê de li hemberî pergalên serdest jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî..

Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê weke bihara jina azad tê binav kirin û wiha dewam dike:

Bi rabûna jinê ya ser piyan, hêviya paşerojeke ronî li nava mirovahiyê peyda bû. Ji ber ku jin ji bo azadiya tevahiya mirovan têdikoşin.

Bê azadiyê jinê, nepêkane ku dawî li rêjîmên zordest û pergala koletiyê were anîn. Ji bo jin azad bibe jî lazime mêrên xwedî pergala zordest bi her awayî xwe ji gemar û sûcên kirine rizgar bikin.

Rêber Apo bi kuştina têgeha mêrê paşverû, dest bi têkoşîneke pîroz kir. Bi vî awayî hem jin rakir ser piyan û hem jî rêya azadiyê nîşan da.

Di encama ked, têkoşîn û hewldanên Rêber Apo de, mîladene nû destpêkir û îdeolojiya rizgariya jinê hate afirandin.

Bi hêza vê îdeolojiyê, êdî jinên ku îro bi têkoşîna şoreşgerî radibin, bûne pêşengên rizgarkirina mirovahiyê.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÎ
KCK’Ê:TI HÊZ LI PÊŞIYA AZADIYA JINÊ NIKARE BIBE ASTENG

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku di qonxa heyî de her têkoşîna xwe dispêre azadiya jinê, misoger wê biserkeve û wiha dewam kir:

Her çi îdeolojiya azadiya jinê ji xwe re esas negre, wê bibe mehkûmê têkçûyînê. Eşkere ye ku çerxa dîrokê îro li gorî têkoşîna azadiyê jinê digere. Ji ber vê çendê Rêber Apo azadiya jinê weke hîmê avakirina civaka demokratîk binav kir.

Çawa ku di her şert û mercên giran de jin ji bo azadiya xwe ti asteng nasnekirin, di pêvajoya heyî de wê bi heman biryardariyê tevbigerin.

Bi 8’ê Adarê re wê dengê jina azad li her deverê bilind bibe. Êdî wê ti hêz li hemberî bayê azadiya jinê xwe negre û wê nikaribe bibe kelem.

Hevserokatiya Konseya Rêveber îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk ji aliyê rêjîmeke mêr zordest ve tê birêvebirin û weha got:

Rêjîma faşîst a AKP-MHP hemû bermahiyên gemar ên pegala mêrê paşverû di nava xwe de komkirine. Bi serdestiya mêr, dijminahiya herî xerab li hemberî jinê tê kirin. Zêdebûna êrişên li dijî jinana di nava sala 2020’an de nîşaneya vê yekê ne.

Lewma li hemberî vê siyaseta qirker, jinên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Xirstiyan, Êzdî û Musliman bi hev re û li ser navê mirovahiyê şerê rêjîma AKP-MHP a faşîst dikin.

Ev biryardarî hevgirtin nîşan dide ku faşîzm wê bi têkoşîna jinan were hilweşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv