Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Nesir Herîrî mêvanê Barzanî ye! 05.03.2021

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
NESIR HERÎRÎ MÊVANÊ BARZANÎ YE !

Serokê Îtilaf/opozisyona Sûriyeyê Nesir Herîrî, bi şandeyek xwe û ya ENKS’ê re bûne mêvanên Mesûd Barzanî. Sê rojan berdewam kiriye vê gera wî.

Hinek aliyên vê gerê yên balkêş hene. Mînak, weke ku ji nişka ve biçe û her wiha, ne berî çûyînê ne jî piştî çûyînê çapemeniya tirk qet behsa vê gerê nekir. Bi tenê hinek medyaya mala Berzaniyan, ew jî bi kurtî behs dikir.

Li aliyê din, ji xwe ew û ENKS’ê li Tirkiyeyê her roj bi hev re ne, lê weke ku nû hev dîtibin, bi hev re fermî rûniştine û gotûbêj kirine.

Her wiha, hem ENKS û hem Mesûd Barzanî, weke ku cara yekemîn e hev dibînin û gilî û gazind û daxwazên xwe pêşkêşî Herîrî dikin.

Jixwe ne gotûbêjên wan bi giştî û ne jî gilî û daxwazên wan, ji vî mirovî hêjayî şîrovekirinê ye. Ji ber ku ew, ne muxatabê wan daxwazan e û nikare berpirsiyariya barekî wisa jî rake. Ji ber ku her sê hêz jî, hema hema weke hev pabendin bi dewleta tirk re û di bin bandor û fermanên wan de kar dikin.

Ê baş e ka pirs û bersiva vî kes û şandeya wî çi ye, gelo di vê dema girîng de dibe ku ji bo çi çûbe Hewlêrê?

Bi gûmana xurt; ji bo ku hebûna dewleta tirk a li Efrînê û hemû cihên dagirkirî rewa bikin, ev ger pêkanîn. Ji bo vê jî li ser avakirina buro/mektebên îtilafên û bi taybetî ji bo bi navê kurdî be, bi navê ENKS’ê li wan deveran vekin axivîne. Li gorî saloxan, di destpêkê de hinek vekirin, lê ji ber çeteyên tirk pir bûn û nexwestin xenîmetê bi kesî re parve bikin, buroyên wan girtin û ew jî reviyan!

Lê niha ji ber ku dewleta tirk, di asta navdewletî de tengav bûye, ji alîkî ve YE, ji aliyê din ve DYE li wan hatiye xezebê û ji bo ji wan deverên dagir kiriye derxe, li hinek sedem/hincetan digere. Lewma Tirkiye, niha ji bo mayîna xwe ya li wir, ji raya giştî re rewa bide xuya kirin, li çareseriyek wisa digere. Lê diyar e ev nêçîra wan jî, ji derdê wan re nabe derman û hilweşandina desthilatiya R.Erdogan-Bahçelî nêztir dibe. Helbet bê têkoşîna gel nabe!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv