Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Gelo pirsgirêk axaftina hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan e? 05.03.2021

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
GELO PIRSGIRÊK AXAFTINA HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BÛLDAN E ?

Hefteya derbasbûyî Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku dema wexta wê were ewê sozên Dewleta Tirk ên di pêvajoya çareseriyê de eşkere bikin. Ev axaftin ket rojeva hefteyê.

Pêvajoya çareseriyê ku Pervîn Bûldan behsa wê dike di navbera salên 2012 û 2015’an de bû. Ew hevdîtinên Dewleta Tirk û PKK’ê bûn. Pervîn Bûldan wê demê di nava heyeta Îmraliyê de cih digirt. Vê heyetê têkilî bi Dewletê, Rêber Apo û Rêveberiya KCK’ê re datanî. Di şert û mercên zehmet de kar kirin. Her wiha ev kar ne veşartî, lê pêş raya giştî meşandin.

Lê îro Erdogan, Suleyman Soylû, parlementerên AKP’, dozger û çapemeniya AKP’ê wekî ku pêvajoyek wiha çênebûye û cara pêşî bihîstibin tevdigerin û HDP’ê sûcdar dikin.

Tê dîtin ku piştî felaketa li Garê Suleyman Soylû li dijî HDP’ê dest bi operasyona tolhildanê kir. Dibêje hilbijartiyên HDP’ê çûne Garê û wêneyên wan hene. Ji bo vê yekê jî bang li dozger û dadgerên xwe dike. Ev wêneyên ku ji berê ve hene wekî ku nû derketibin nîşan dide.

Pervîn Bûldan jî bersiv da wan û got me çi kiribe bi hevre kiriye. Eger ew kirinên me dizî bin, wê demê ezê axaftinên me jî eşkere bikim. Piştî vê axaftinê mijar hat girtin. Ji ber ku ew pêvajo ji bo AKP, Erdogan û Soylû nerehetiyê çêdike.

Dema ku hevdîtinên navbera Dewletê û PKK’ê dest pê kirin Rêber Apo ji rêveberiya KCK û heyeta HDP’ê xwest ku pêvajo veşartî nemeşe. Yanî heyetek çavdêriyê hebe. Lê Dewletê ev yek pêk neanî.

Di hevdîtina 3’ê Çileya 2013’an de jî Rêber Apo ji heyeta Dewletê re got ew ne li dije ku têkoşîna çekdarî bi dawî bibe. Lê emê li şûna wê çi deynin. Eger parlemento rola xwe nelîze û qanûn dernekevin wê şert û mercên aştiyê çawa pêk were.

Di 18’ê Adara 2013’an de jî Rêber Apo got pêdiviya me bi hiqûqê heye. Divê parlemento qanûnekê derxe û dawî li van hevdîtinên ne yasayî bîne. Li parlementoyê komîsyon werin avakirin. Her wiha komîsyonek jî ya aqilmendan.

Yanî pirsgirêk ne axaftina Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan e. Ji ber ku ew hevdîtin bê agahiya Parlemento, partiyên siyasî, zanîngeh û rêxistinên sivîl hate kirin nebû civakî.

Pirsgirêka herî mezin jî ew girseya qelebalix ku her kesî berpirsiyar dibîne û ji hemû berpirsiyariyan direve ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv