ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
ARTÊŞA DAGIRKER A TIRK CAREKE DIN ÊRIŞÎ HERÊMA EYN ÎSA KIR
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişkariya xwe ya li ser herêma Eyn Îsayê dewam dikin.
Artêşa dagirker gundên Mişêrfe û Cehbel ên li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran ve topbaran kirin.
Îro nîvroj jî heman herêm bûn hedafa êrişkariya artêşa dewleta dagirker.
bi çekên giran û topan herêm gelek caran hat topbarankirin. Li gor agahiyan gelek cihên sivîl ji ber topbaranê zerar ditiye.
LI EYN ÎSAYÊ ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
LI GELEK DEVERAN ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK HAT ŞERMEZARKIRIN
Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bi xwepêşandeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagiarker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Xwepêşandêran bi dirûşmeyên xwe ve berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk silav kir.
Li Qada Şehîd Beyrem endamê rêveber ê Meclisa Dêrikê Feysal Elî axivî û diyar kir ku êrişên domdar ên li ser herêmê bi armanca şikandina vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin.
Li bajarê Hesekê jî Meclisa Navçeya Bakurê Hesekê bi heman armancê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de bang li Rûsya, Amerîka û civaka naventeweyî hat kir ku dijminahiya dewleta Tirk ya dijî gelê herêmê bibînin û destûr nedin li heremê komkujî pêk bên.
Li dijî êrişkariya dewleta tirk û çeteyên wê Ciwanên Hecînê bi daxuyaniyekdan.
Ciwana di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û teqez kir ku dewleta Tirk sivîlan û nexasim jin û zarokan dike hedef.
Li ser êrişkariya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên navçeya Eyn Îsayê jî axifîn.
Welatiyê bi navê Ehmed El-Sayir û Ewşan El-Nasir dan diyar kir ku bi van êrişan ve dewleta tirk a dagirker li heremê rojane li dijî gelê sivîl sûç pêktîne.