LI DERSÎMÊ GAXAN HAT PÎROZKIRIN
GAXAN LI DERSÎMÊ WEKE SERÊ SALÊ TÊ QEBÛLKIRIN
Şahiya Gaxan li gorî salnameya hîcrî weke sersala nû tê qebûl kirin.
Ev şahiya Gaxan ji ber şewba vîrûsa koronayê bi wesayitan tax bi tax hat gerandin, anons hatin kirin û bi govend gerandinê hat pîrozkirin.
Koma ku cil û bergên rengîn li xwe kirin, sala nû ya welatiyan pîroz kirin.
Piştî çalakiyên li taxan, ji bo pîrozkirina şahiya Gaxan, kom li Qada Seyîd Riza hatin ba hev.
Beriya loqme werin belavkirin li vir dia jî hat kirin
Piştî axaftinan lokme hatin belavkirin û bi diayan mûm hatin pêxistin.