BERXWEDANA LI ŞENGALÊ
REYHAN XIDIR: HETA EV PEYMAN PÛÇ NEBE EM Ê LI SER PÊYAN BIN
Welatiyên Şengalê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê bi armaca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê çalakiya xwe didomînin.
Çalakiya ku bi dirûma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 23’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
Endama Meclîsa jin a Dîgorê Reyhan Xidir diyar kir ku êzidî nema ji bilî jiyaneke azad jiyaneke din qebûl bikin.