Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk li Efrînê wekî çeteyên xwe yên DAIŞ’ê jinan dehfî fuhuşê dike û li bazaran difiroşe 24.12.2020

 

LI EFRÎNÊ SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK
TIŞTÊN KU ÇETEYÊN DAIŞ’Ê BI JINÊN ÊZIDÎ KIR LI EFRÎNÊ TÊ DUBAREKIRIN

Sky Newsa erebî ku navenda xwe Brîtanya ye der barê sûcên şer ên dewleta tirk ên li Efrînê nûçeyeke berfireh amade kir.

Di nûçeyê de wehşet û hovîtiya dewleta dagirker û çeteyên wê careke din eşkere derket hoê.

Nûçe li ser îfadeyên wan jinan hatiye çêkirin ku dewleta tirk tevî çeteyên xwe êrişî wan kiriye.

Di nûçeyê de behsa revandin, îşkence û tecawiza li jinên efrînê yên di destê dagitrkeran de jî agahî hene.

Di nûçeya navborî de tê gotin; dewleta tirk avahiyên weke dibistan û saziyên li Efrînê veguherandiye girtîgehan.

Jinên ku di van zindanan de îşkence û tecawiz li wan hatiye kirin, diyar dikin ku ji ber tecawizan zemîna van girtîgehan ji xwînê bûne weke gol.

Di nûçeyê de tê dstnîşan kirin ku ji revandin û zindanîkirinê heta bi îşkence û tecawiza li jinan tê kirin hemû bi erêkirina dewleta tirk tê kirin.

Di dewamê de tê diyarkirin ku her roj bi dehan jin bi vê wehşetê re rû bi rû dimînin.

Sky News di niçeyan xwe de raporeke ku Efrîn Post weşandibê jî bi kar aniye.

Li gorî raporê koma çete a bi navê Nuxbe zaroka bi navê Selwa Ehmed Şaşo ji gundê Dargirê yê Efrînê revandiye li gundê Amara yê Mabatayê veşartiye.

Piştre jî ji wir ew birine Tikriyê ji wir jî îcar birine Qeterê da ku li bazara koleyan bifroşin.

Di nûçeyê de tê gotin ku zaroka biçûk paşê li Lîbyayê derketiye.

Sky Newsê destnîşan kir ku ev hemû dişibin êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî jinên êzidî pêk anîbûn.

Di nûçeyê de tê bibîrxistin ku gelek jinên kurd di zindanên çeteyan de tên ragirtin û yên temena wan jî biçûk e wan dişînin Lîbyayê.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ŞÎbrhîm Şêxo jî ji Sky Newsê re axiviye.

Îbrahîm Şêxo destnîşan dike ku wan gelek bûyerên weke revandin, îşkence û tecawizê kirine rapor û belge kirine.

Komîsyona Lêpirsînên Serbixwe ya navnetewî ya Netewên Yekbûyî jî di rapora xwe ya dawîn de kiryarên dewleta tirk ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê weke sûcên şer bi nav kiribû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv