Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li gelek bajaran qurbaniyên komkujiya Roboskê bi merasîman hatin bibîranîn

 

SALVEGERA KOMKUJIYA ROBOSKÊ
LI GELEK BAJARAN QURBANÎ BI MERASÎMAN HATIN BIBÎRANÎN

Di salvegera 10’an a Komkujiya Roboskî de li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyan de hat xwestin ku kujer û berpirsên siyasî û eskerî werin darizandin û cezakirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Parka Roboskê daxuyanî da çapemeniyê.

Nûnerê DÎSK’ê ya Amedê Hasan Hayrî Eroglu bal kişand ser necezakirin û nedîtina kujeran û xwest kujer werin darizandin û cezakirin.

Li Rihayê jî Berdevka KESK’ê ya Rihayê Eylem Salar di daxuyanî yê de diyar kir ku Divê berpirsiyar werin darizandin.

Parlamenterê HDP’ê yê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku sedema nedarizandina kujeran Kurdbûna wan bû.

Rêxistina DBP’a ê Wanê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyanî da û hate diyarkirin ku hêj kesên fermana komkujiyê dane li ser wezîfeyê ne.

Şaxa ÎHD’a Edenê û Rêxistina HDP’ê jî li Parka Înonu daxuyaniyek dan.

Hevserokê HDP’a Edenê Mehmet Karakiş anî ziman ku Komkujiya Roboskê tabloya dewleta tirk e .

Ji xeynî van bajaran li Mêrdîn, Dersim, Enqere, Stenbol û gelek bajarên din jî daxuyanî datin dayîn.

Tevgera Jinên Azad TJA’yê jî daxuyaniya xwe de diyar ku Em kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, Heta kujer werin cezakirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Îzmîrê jî pêkhateyên Eniya Ked û Demokrasiyê daxuyanî dan û qurbaniyên Roboskê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komkujiya Roboskê suçeke li dij mirovahiyê ye û divê were ronî kirin.

Bi pêşengtiya rêxistina HDP’ê li navçeyên Stenbolê Kadikoy û GazîOsmanpaşa yê jî daxuyanî û bîranîn hebûn.

Di daxiyaniyan de hat gotin ku Bi van komkujiyan bi Kurdan gef tê xwarin. Em ê li hember van êrişan liberxwebidin û qadên navneteweyî de hesab bipirsin.

Komeleya Jinê ya Rosa jî peyamek weşand û got Komkujiya Roboskê ji laiyê dewletê hatiye kirin û Em ê daxwaza edaletê ya ji bo Roboskê berdewam bikin.

Li paytexta Lubnan Beyrûtê jî qurbaniyên komkujiya Roboskê di civîneke hatin bibîraîn.

Civîn ji aliyê Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ve hate lidarxistin.

Sekretêrê komeleyê Cemal Hesen di civînê de axaftinek kir.

Berpirsa Komîteya Jinan a komeleyê Nesrîn Biro jî got: “Ev deh salin dewleta Tirk sûcdaran vedişêre û qatilan diparêze. Divê qadên navneteweyî hesaba komkujiyê were pirsîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv