Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Birîna nekewandî ya Kurdan-Roboskê

 

BIRÎNA NEKEWANDÎ YA KURDAN – ROBOSKÊ
10 SAL DI SER KOMKUJIYA ROBOSKÊ RE DERBAS BÛN

Roboskê gundekî navça Şirnex Qilebanê ye…

Heta dawiya sala 2011’an jî, Roboskê gundekî di halê xwe de bû

Şêniyên wî ji bo debara xwe bikin li ser sînor bazirganî dikirin.

Di sir û seqema zivistanê de ji bo torbeyek şekir û çay li têlên rêsayî yê dagirkerên Kurdistanê didan û derbasî aliyê din ê welatê xwe dibûn.

Jiyana li Roboskê li ser hemdê xwe û bi vî rengî derbas dibû…

Lê, şeva 28’ê Kanûna 2011’an hertişt guherî.

Roboskê şahidiya hovîtiyeke din a dagirkeriya tirk kir.

Balafirên şer ên artêşa Tirk li ser talimata Tayip Erdogan ku hingê serokwezîr bû, wê şevê gundiyên Roboskê yên li ser sînor dan ber bombeyan.

Herêma lê bombardiman hebû, veguherî qada cenazeyan…

19 ji wan zarok, 34 ewladên gelê Kurd di wê êrişê de jiyana xwe ji dest dan.

Hayê kesekî ji vê wehşetê nebû.

Lê, Servet Encû yê ji komkujiyê sax filîtî yekser ev hovîtî da bihîstin.

Li ser gotinên Servet Encû gundî bi hawareke mezin çûn cîhê êrişê û parçeyên cenazeyên ewladên xwe yên di bin berfê de berhev kirin.

Cenaze bi bêhna mazota di nava barê wan de, bi tevî goştê hêstiran li herderê belav bûbûn.

Ti kes ne dihat nas kirin, hejmaran wan jî pişt re diyar bû.

34 zarok û ciwan bi fermana Erdogan bi awayekî hovane hatibûn kuştin.

Erdogan û hikumeta wî AKP mina ku bûyerek ji rêzê û asayî be, nîşan dan.

Lê medyaya Kurd û gundiyên Roboskê ev hewildanên dewleta Tirk pûç kirin.

Di serî de DÎHA, ANF û ROJ TV, gelek torên ragihandina Kurd yekser di wê şeva reş û tarî de dest bi weşana taybet kirin.

Hilbijartî, rêveber û hevserokên BDP’ê jî derhal ber bi Roboskê ve bi rê ketin.

Di encama weşana bi bandor a çapemeniya Kurd de, medyaya cîhanê jî cîh da komkujiya li Roboskê.

Li ser vê yekê êdî çapemeniya Tirk neçar ma dawî li bêdengiyê bîne, lê nûçeyên ku komkujiyê veşêrin û ji rêzê nîşan bidin belav kirin.

Erdogan piştî 2 rojan bêyî ku şerm bike, spasiya fermandarên xwe yên komkujî pêk anîne kir.

Her wiha wî ferman da medyaya xwe da ku weke bûyereke piçûk be tevgerin.

Dema medyaya Erdogan di nava hewildanên veşartina komkujiyê de bû;

Çapemeniya Kurd, hemû aliyên komkujiyê raxist ber çavên dinyayê û siyaseta qirêj a AKP’ê deşîfre kir.

Dewleta Tirk ku di asta cîhanê de teşîr bû, vê carê jî xwest pere bide malbatên qurbaniyên Roboskê da ku wan bêdeng bike.

Lê malbatan, helwesteke tund nîşanî vê bêhurmetiyê dan û ji bo dewleta Tirk teşhîr bikin dest bi çalakiyên edaletê kirin û serî li dadgeha mafên mirovan dan.

Ji wê şevê ve dayîkên Roboskê bi çavên şil û kezeba şewitî kincên ewladên xwe bêhn dikin.

Ji wê şeva reş vir ve, xelkê Roboskê û gelê Kurd ji bo hesabê vê komkujiyê bipirsin di nava têkoşîneke bê eman de ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv