Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seevan Saeed: ‘Başûr nebû bingehekî netewsaziyê’

 

BAŞÛR NEBÛ BINGEHEKÎ NETEWESAZIYÊ
SEEVAN SAEED / POLÎTÎKA AZAD

Di dawiya sedsala 19. û destpêka sedsala 20’an de; gelê Cihû li dinyayê hemûyî xwe amade kir ji bo serdemeke cuda ji dîroka xwe. Piştî sê hezar salan, li malwêranî û mişextibûn, derbederî û koçberbûnê, piştî jenosîd û qirkirinê; gelê Cihû carekê û bi hev re got; Êdî Bes e.

Ew israr û ezm a ku bûye bingeh ji bo rêxstinbûyîna wan, bû sedem ku welatên mezin û xedar ên weke Înglistanê jî piştgîriya wan bikin û ew karibin statuya xwe çêkin. Helbet, ez li vir naxwazim bibêjim, dewleta Îsraîlê dewleteke meşrû û rewa ye. Naxwazim bibêjim, xebata gelê Filistînê ne rewa ye. Lê dixwazim vê yekê bînim ziman ku proseya netewesaziyê li cem gelê Cihû pirr aktîf û biaqil hat birêvebirin.

Ne tenê statuya siyasî, belkî kultur, ziman û temamê beşên girîng di jiyana gelê Cihû de hat bipêşxistin. Ya bo min ji her tiştî balkêştir jî ew e ku her kesê Cihû be, li ku dera dinyayê dibe bila bibe, wekî pariyekî ji neteweya Cihû/Yehudî tê hesibandin. Destûra bingehîn a Îsraîlê wê/wî kesê/î weke hevwelatîya/ê xwe dihesbinê. Hesabekî taybet û bi rêz û hurmet ji bo her kesa/ê Cihû heye.

Li herêma Kurdistanê -qismê Başûrê Kurdistanê yê desthilata PDK û YNK´ê lê-, proseya netewesaziyê ne ku tenê dest pê nekiriye; statuya Herêma Kurdistanê ew hizr û şewqa xelkê jî kuştiye.
(…)

Ev 30 sal in ku li Başûrê Kurdistanê welatparêz û xebatkarên her sê parçeyên din ên Kurdistanê bi reşkujiyan tên qetilkirin û xebata gelê Kurd dibe bazareke sivik ji bo dewletên ku Kurdistan dargir kirine. Li Hewlêrê, nava rojê xebatkarên Kurd bi destê Îstixbarata Tirk û Îranê (MÎT û Îtilaet) şehîd dibin.

PDK li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî pirr sivik û şermezar di xizmeta dewletên dagirker de ye. Rojekê deriyê Sêmalka li ser gelê Rojavayê Kurdistanê digire, roja din Şengalê radestî DAIŞ’ê dike. Rojekê gerîlayan şehîd dike, roja din jî heqaretê li partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike û teroristên rejîma Îranê diparêze. Li qesra serokatî ya Barzanî, ew qatilê ku Doktor Qasimlo şehîd kiriye, bi selametî pêşwazî dike.

Gelo ev kiryarên sivik û şermezar çiqasî xizmetê dikin ji prose û pêvajoya netewesaziyê? Ya rastî ew e ku ev zêhniyet û xeyalên gendel û paşvemayî, ti caran nikarin proseya netewesaziyê çêke.

Gelê Kurdistanê li her sê parçeyên din rexmî zext û zorên dijmin jî, baştir û bi hêztir proseya kurdbûn û netewebûna xwe bi pêş xistiye.

Ew 30 sal in ku Herêma Kurdistanê nîvçe azad bûye, karibû bibe bingehekî pirr baş ji bo netewesaziyê. Mixabin bûye bingehek ji bo xizmeta dijminên gel û neteweya Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv