“NA JI QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ RE EM JIN Û JIYANÊ BIPARÊZIN”
BI PÊŞENGIYA KONGRA STAR LI EYN ÎSA MEŞEK HAT LIDARXISTIN
Li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Eyn Îsa nerazîbûn zêde dibin.
Îro bi pêşengiya Kongra Star meşeke girseyî hat lidarxistin.
Meşa ku bi hezaran jin beşdar bûn ji çerxerêya asayîşê destpê kir heta pêşiya navenda Rûsan dewam kir.
Jinên Minbic û Reqayê jî beşdarî meşê bûn.
Di meşê de jinan bêndegiya rusya li dijî êrişên dewleta tirk şermezarkirin.
Jinên ku beşdarî meşê bûn ji kamerayên me re axivîn p li dijî dagirkeriyê banga têkoşînê kirin.
Meş bi daxuyaniyekê bi dawî bû.