GIRTIYÊN AZADIYÊ EV 33 ROJ IN DI GREVÊ DE NE
“EM Ê HETA DAWÎ LI BER XWE BIDIN Û AZADIYA RÊBERÊ XWE PÊK BÎNIN”
Li zindanên dewleta Tirk a dagirker çalakiya greva birçîbûnê 33 roj li pey xwe hiştin û niha koma 7’an çalakiyê bi rê ve dibe.
Bi destpêkirina berxwedanê re li zindanan zext û faşîzma dagirkeriya Tirk li ser girtiyên siyasî zêde bûye.
Rêveberiya zindana Tarsûsê, pêwîstiyên rojena nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne.
Li zindana Kandirayê alavên girtiyan ên taybet hatine desteserkirin.
Li zindana Alanyayê ya Tîpa T’yê jî cezayê dîsîplînê li jinên ku greva birçîbûnê de ne hat bîrin.
Li zindana Jinan a Şakranê, Riha, Wan û Amedê jî zext û zoreke giran li ser girtiyan heye..
Girtiyên bi rêya malbatên xwe peyaman dişînin biryardariya xwe tînin ziman û ji civakê piştgiriyê dixwazin..
Her wiha destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî, ew ê heta dawî li ber xwe bidin û azadiya rêberê xwe pêk bînin.