Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Belgeyeke nû ya Îhsan Nûrî Paşa derket holê: Wê dewleta tirk serî bitewîne 29.12.2020

 

BELGEYEKE NÛ YA ÎHSAN NÛRÎ
DI BELGEYÊ DE ÎHSAN NÛRÎ DIBÊJE WÊ DEWLETA TIRK SERÎ BITEWÎNE

Dîroknas Dr. Sedat Ulugana, danezaneke ku Îhsan Nûrî Paşa sala 1925´an nivîsandî di nava belgeyên Wezareta Karên Derve ya Fransî de dît.

Li gorî Sedat Ulugana, li ser hereketa bi pêşengiya Şêx Seîdê Pîran di nava raya giştî a dinyayê de ji ber dezînformasyona dewleta Tirk, zelûliyek hebûye.

Îhsan Nûrî Paşa yê hingê li Bexdayê dima, ji bo têkoşîna li dijî vê dezînformasyonê danezanek nivîsî.

Sedat Ulugana ew danezana di arşîvan de wendabûyî piştî bi 95 salan derxist holê û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de weşand.

Li gorî belgeya îstîxbarata Fransî ya wê demê, Îhsan Nûrî danezan bi Tirkî nivîsandiye.

Belge paşê gihiştiye departmana siyasî ya Fransa ya li Şamê.

Belgeyê bi rêya ajanekî werdigerînin Fransî û 5´ê Sibata 1927´an dişînin ji maseya Îstîxbaratê ya li Beyrûdê re ya ku bi dosyaya Xoybûnê dadikeve.

Danezan 17 rûpelî ye û li Çapxaneya Îstîqlal a li Bexdayê bi sernavê ku miqabilî Şoreşa Kurd be, hatiye çapkirin.

Piştî pêşgotineke kurt Îhsan Nûrî behsa sedemên Berxwedana Şêx Seîdê Pîran, girîngî û xisûsên rêxistinbûna wê dinivîse.

Îhsan Nûrî di danezanê dibêje, berxwedêrên Kurd ên bê tecrûbe li çiyayên Kurdistanê bêyî sîlehên giran, bêyî destekeke ji derve û bi hejmareke piçûk karîne pêşî artêşa Tirk ji hev belav bikin.

Bi ya Îhsan Nûrî di dawiyê de ev berxwedan şikestibe jî, wê ruhê azadiyê û yê neteweyî daye miletê Kurd.

Îhsan Nûrî hingê danezana xwe bi van gotinan bi dawî dike:

Tevî dersên ji serhildananên Arnawut û Ereban, siyasetvanên Tirk ên roja me ya îro, nexwestin şaşiyên xwe rast bikin;

ew ê li ber serhildanên Kurdan çong bidin erdê! û mafên Kurdan qebûl bikin, wê li ber mafê Kurdan ên mafdar wê serî bitewînin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv